• Friday, 13 February 2026
logo

Xeyredîn Mûrad dest ji siyasetê berda

Gulan Media March 19, 2014 Nûçe
Xeyredîn Mûrad dest ji siyasetê berda
Sekreterê berê yê her du baskên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad, di daxuyaniyeke çapemeniyê de, ragihand ku ji ber hinek sedemên taybetî û objektîv, ku li cem wî parastî ne, ew dest ji karê hizbî û partiyê berdide.

Xeyredîn Murad di daxuyaniya xwe de wiha dibêje, ez lêborînê ji hemû wan xuşk û birarayan bixwazim ku bi dehê salane min ligel wan di hemû qad û meydanan de xebat û têkoşîn kiriye, herwiha ligel wan kesên ku di xebata partiyê de û di bin hemû şert û mercekî de bi rastî û dilsozî ligel min alîkar bûn, bi taybet ewên ku rastî girtin, îşkence û guvaşan hatine.

Murad di daxuyaniya xwe de ji endamên kongreya yekgirtî ya partiyên Yekîtiya Siyasî serkeftin xwest û hêvî kir ku ew bikaribin stratejiyeke siyasî û mîkanîzimên têkoşer ên zelal, ji bo xizmeta doza gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê deynin û bixin xizmeta şoreşa Sûriyê ya aştiyane.

Xeyredîn Murad her wiha got ku ew li her du encûmenên kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê, û li hemû hêz û partiyên Kurdistanê li hemû qadan, wek hevdu dinêre.

AvestaKurd
Top