Îsraîl êrîşî navendên leşkerî yên Sûriyê kir
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku derengiya şeva borî balafirên wê çend navendên leşkerî yên Sûriyê li bilindahiyên Colanê bombebaran kirin.
Êrîşa balafirên Îsraîlê wek bersivekê bû li ser teqîna bombeyeke vedayî duh li heman navçeyê ku di encam de 4 leşkerên îsraîlî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrîşa de navendeke leşkerî ya Sûriyê û herwiha avahiyeke rahênanê û patriyên topxaneyên Sûriyê bûne armanca balafiran wê.
Heta niha hikûmeta Sûriyê ti daxuyaniyek derbarê wê êrîşê de nedaye.
Piştî teqîna duh li Colanê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soza dabû ku ewê bersiveke tund bidin.
Îsarîl nêzîkî 1200 km çargoşe ji bilindahiyên Colan ên Sûriyê dagîr dike. Heta niha civaka navdewletî îtîrafê bi Colanê wek xakeke Îsraîlê nekiriye.
Rûdaw
