Li Qersê 7 kes hatin kuştin
Li gor medyaya Tirkiyê, îro dora saet 8.30 bi dema Tirkiyê, çekdarekî bi navê Weysî Eren êrîşî rêveberiya amaran a Tirkiyê Li Kolana Ataturk a bajarê Qersê kir û di encam de 6 kes hatin kuştin û pişt re kesê çekdar xwe jî kuşt.
Hat zanîn ku Weysî demekê di heman rêveberiyê de xebitiye.
Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û cenaze rakirin nexweşxaneyên cuda.
Rûdaw
