• Friday, 13 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê: Em û Bexda li ser petrolê li hev nehatine

Gulan Media March 18, 2014 Nûçe
Herêma Kurdistanê: Em û Bexda li ser petrolê li hev nehatine
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku bi şîrketa niştimanî ya petrolê ya Iraqê (SOMO) re li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê li hev nehatine.

Îro di hinek rojname û malperên Başûrê Kurdistanê de hat gotin ku Herêma Kurdistanê û Bexda razî bûne ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa iraqî ya bi navê SOMO re were hinartin û firotin.

Li hember vê yekê, jêderekî ji wezareta çavkaniyên sirûştî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, piraniya civîn û gotûbêjin navbera Kurdistan û Bexdayê li ser bûdcê ye û heta niha jî ev gotûbêj didomin.

Wî jêderî da zanîn, lê heta niha ti rêkeftinek li ser hinartin û firotina petrolê nehatiye kirin û ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê rijd e li ser wê ku kêşeya hinartina nefta Kurdistanê bo derve li gorî pîvanên destûrî û bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Rudaw
Top