• Friday, 13 February 2026
logo

Putin serxwebûna Kirimê qebûl kir

Gulan Media March 18, 2014 Nûçe
Putin serxwebûna Kirimê qebûl kir
Serokkomarê Rûsya Vladimir Putin rojek piştî rapirsiya Komara Serbixwe ya Kirimê ji bo cudabûna ji Ukrayna bi fermî nas kir.

Li gor ajansên Rûsya, di fermana ku Putin di vê derbarê de îmze kiriye wiha tê gotin: ’’Li gor xwesteka xelkê Kirimê ku di rapirsiya 16’ê adarê de hatiye kirin, radigehînim ku Komara Kirimê û bi taybet bajarê Sevastopol ango Kirima ku xwedî rewşeke taybetî ye, wek welatekî serbixwe bê nas kirin.’’

Beriya niha welatên Ewropî û Amerîkayê ew rapirsî mehkûm û encamên wê jî red kiribûn. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê roja duşemê bi henceta desttêverdana Rûsya di kar û barên Ukraynayê de hin ambargo danîn ser hin rayedar û şîrketên çêkirina çekan a Rûsya û rayedarên Ukraynayê ku piştgîriya Rûsya dikin.

Biryare îro Putîn di axiftina ji bo parlemento û federasyona Rûsya di vê derbarê de biaxive. Li gor çavdêrên siyasî Putîn dê di axiftina xwe de behsa geheştina Kirimê bo axa Rûsya bike.

Çend demjimêr beriya ku Putîn serxwebûna Kirimê bi fermî nas bike, parlamentoya wê herêmê serxwebnûna xwe ragehand û ji civaka navnetewî xwest xwesteka wan bi fermî nas bikin.

Raedarên Kirimê doh ragehandibûn ku ji sedî 97 a beşdarên di rapirsiyê de geheştina axa xwe bo Rûsya pesend kirine. Li gor madeya yekem a qanûna bingehîn a Komara Serbixwe ya Kirime ev herêm beşek ji axa Ukraynayê ye.

Basnews
Top