• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka: Nabe karesata Helebceyê dubare bibe

Gulan Media March 18, 2014 Nûçe
Amerîka: Nabe karesata Helebceyê dubare bibe

Amerîka soz daye bi ti awayî derfeta dubare bûna karesata Helebceyê nade.

Bi minasebeta salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê ji aliyê rejîma Besê ve Konsulusxaneya Amerîkayê daxuyaniyek weşand.

Konsulusxaneya Amerîkayê di destpêka daxuyaniya xwe de rêz û hurmetên xwe bo Şehîdên Helebceyê diyar kiriye û soz daye piştgîriya gelê Kurd û tevahiya gelê Îraqê bike bo awedan kirin û pêşde birina Îraqê.

Konsulusxaneya Amerîkayê di beşeke din ya vê daxuyaniya han de soza vê yekê jî daye ku derfet nadin bi ti awayî careke din karesatek weke karesata Helebceyê dubare bibe.

Konsulusxaneya Amerîkayê di dawiya daxuyaniya xwe de piştgîriya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyên Helebceyê diyar kiriye.

Top