’Barzanî amadekariyê bo ragehandina dewletê dike’
Yek ji wan kesayetiyên ku di wê rûniştinê de amade bûbû û nexwest navê wî were eşkere kirin ji BasNewsê re got: ‘’Çend rojên borî di rûniştineke me de ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa, behsa dewleta serbixwe ya Kurdistanê hat kirin û Noşîrwan Mistefa ji me re got ku; Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze piştî du salên din wê dewletê îlan bike, niha jî amadekariyê jêre dike.’‘
Berî niha di sala 2012’ê de Tevgera Goran bi beyannameyeke fermî piştîvaniya xwe bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê ragehandibû bi mercê ku li ser esasê kamil be û amadekarî jêre were kirin.
Basnews
