BBC: Li Rojavayê Kurdistanê cemawerê PDK’ê ji yê PYD’ê zêdetire
Peyamnêrê navdar ê televizyona BBC Jim Muir di serdanekê de bo Rojavayê Kurdistanê, behsa jiyan û rewşa wê derê dike û balê dikşîne ser şerê di navbera PYD û grûbên Îslamî de. Mawer wiha dibêje: ´´Berpirsên YPG’ê baskê leşkerî yê PYD’ê dibêjin ku heta niha zêdeyî 500 şervanên wan di şerê ligel çekdarên Dewleta Îslamî û Cepheya El-Nusra de hatine kuştin.´´
Aldar Xelîl ku berpirsekî paye bilind ê PYD’ê ye wiha dibêje: ´´Dibe ku cudahiya me siyasî ligel aliyên din ên mixalefetê hebe, lê pirsgirêka me ya serekî ligel grûba wek Dewleta Îslamî û Cepheya El-Nusra ye ku ser bi El-Qaîde ne, ew dixwazin Sûriyê bikin bibkeyê xwe yê serekî û em li dijî wan radiwestin, ji ber eger heye wan biryareke stratejîk dabe ku şerê me bikin û navçeyê kontrol bikin.´´
Derheqa wan kantonên ku PYD’ê ragehandine û egera îlankirina serxwebûnê de, Aldar Xelîl nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Em beşek in ji Sûriyê êdî çi rejîmek li ser desthilatê be. Ji ber rejîm tişteke û dewlet tiştekî din e. Dibe ku nakokiyên te ligel rejîmê hebin û hewl bidî wê biguherîne lê belê ne cografyaya Sûriyê. Loma ew kanton her wek beşek ji Sûriyê û dewleta navendî dimînin.’‘
Peyamnêrê BBC Jim Muir, derbarê peywendiyên navbera rejîma Esed û PYD’ê de wiha dibêje; ´´Dema li nav bajarê Qamişlo digerî, gumanên navbera rejîmê û PYD’ê zêde dibin. Wêneyekî mezin ê Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser Fermangeha Posteya Qamişlo ye. Binkeyekî zilamên rejîmê li navenda bajêr heye û derdora firokexaneyê jî kontrol kirine. Peykerekî Hafiz Esed ê bavê Serokê Sûriyê, li meydaneke qerabalix e û yek ji wan peykerên kêm ên Esed e ku ji destpêka raperînê ve nehatiye destkarî kirin.´´
Derheqa heman mijarê de Muir wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ´´Efserên polîsên nehênî yên Sûriyê (Muxaberat) ku çakêtên reş li wan e, bi awayekî normal di bazgehên asayîşa PYD’ê re derbas dibin. Çendîn nîşan û belge li ser peywendî û hevahengiya di navbera dewleta Sûriyê û çekdarên Kurd de heye. Li hemû navçeyên Kantona Cizîrê, mamosta, karmendên nexweşxaneyan, karkerên şaredariyê û fermanberên din meaş ji hikûmeta Sûriyê werdigirin û hemû mameleyên hevwelatiyan jî bi rêya fermangehên dewletê li bajarê Hesekê tên kirin.´´
Peyamnêrê BBC di dawiya raporta xwe de wiha dibêje: ´´Aliyên din ên siyasî, PYD’ê bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi hêza çekdarî xwe ferz kiriye. Herçiqas karekî dijwar e raya giştî bi tevahî bizane, lê dibe ku gelek Kurd hevra bin li ser wêya ku hêzên PYD’ê meydan kontrol kirine, lê belê cemawerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) zhedetir e.´´
Jêder:Basnews
