Dadgeha Ewropa biryara li ser Ocalan da
Li gor medyayên nêzîkî PKKê DMMEê di biryara ku daye de, îtîraza Ocalan ya ku qanûnên Tirkiyê îhtîmala berdana wî asteng dike de, mafdar dît .
DMMEê destnîşan kir ku girtina hetahetayê tê wateya tecrîdeke sosyal ya hetahetayê û Tirkiyê di warê binpêkirina xala sêyemîn de jî sûcdar dît.
DMMEê aşkere kir ku sêyemîn xala DMMEê ya ku pêkanînên xerab li ser girtiyan qedexe kiribû, lê Tirkiyê ji ber ku ew xal binpêkiriye ew mahkûm kir.
Li aliyekî din jî hat ragihandin ku DMMEê Tirkiyê bi qasî 25 hezar sterlînê îngîlîzî mahkûm kir.
Rêberê PKKê Abdula Ocalan ji 15 subata 1999an de girtiye li girava Îmraliyê, û bi cezayê darvekirinê hatî mehkûm kirin, lê ji ber ku ew ceza li Tirkiyê qedexeye, bi cezayê hetahetayê hat mehkûm kirin.
Rudaw
