• Friday, 13 February 2026
logo

Li welatên Ewrûpayî ji Helebce hate bîr anîn

Gulan Media March 18, 2014 Nûçe
Li welatên Ewrûpayî ji Helebce hate bîr anîn

Li welatên Ewrûpayî jî 26 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê hate bîranîn.

Li hijmareke paytextên welatên Ewrûpayî Kurdistanî bi minasebeta 26 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê ji aliyê rejîma Besê ve çalakiyên curbicur organîze kirin.

Ji bilî Kurdistaniyan gelek dost û xelkên din yên cîhanê bo diyar kirina hevxemiya xwe bo gelê Kurd beşdariya çalakiyên han kirin.

Li Holenda, Swêd, Almanya û Franseyê bo vê mebestê çendîn çalakiyên curbicur bi beşdariya Kurdên her çar beşên Kurdistanê hatin organîzekirin.

Herwiha li Amerîka û Kanadayê jî bi çalakiyên curbicur kîmiyabaran kirina Helebceyê hate bîranîn.
Top