• Friday, 13 February 2026
logo

İraq 14 trîlyon dînar deyndarê Hêza Pêşmerge ye

Gulan Media March 18, 2014 Nûçe
İraq 14 trîlyon dînar deyndarê Hêza Pêşmerge ye
Endama Hevpeymaniya Kurdistanê li Parlamentoya İraqê Necîbe Necîb eşkere kir ku hikûmeta İraqê 14 trîlyon dînarê çek û kelûpelên leşkerî deyndarê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ye ku 8 sale li ser kom bûye û divê bide.

Di vê derbarê de Necîbe Necîb ji BasNewsê re got: ‘’Hikûmeta İraqê ji sala 2005 heta 2013’ê 14 trîlyon dînarê çek û cîhazên leşkerî deyndarê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ye û divê hikûmeta Bexdayê bide pêşmergeyan. Ji ber li gor destûra İraqê divê Wezareta Berevaniyê ya İraqê hemû pêdiviyên pêşmergeyan bide.’‘

Necîbe Necîb da zanîn ku di civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de jî qala vê meseleyê hatiye kirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Di civîna çend roj berê ya Serokê Herêma Kurdistanê ligel hemû fraksyonên Kurdî yên Parlamentoya İraqê de qala vê mijarê hat kirin û hat gotin ku ji budceya 2014 ya İraqê divê hikûmeta navendî van pereyan bide pêşmergeyan.’‘

Basnews
Top