‘İraq divê 400 milyar dolar bide Kurdistanê’
Parlamenterê Kurdistanê (PDK) Ebaz Xezalî da zanîn ku bê çawa İraq deyndarê Kuwêtê ye 400 milyar dolar deyndarê Kurdistanê ye jî û wiha axifî: ‘’Ev rêjeya pereyan ji aliyê lijneyeke taybet a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqê ve bi endambûna Wezareta Şahîd û Plandanînê yên Kurdistanê hatiye diyarkirin. Lê ew pereyên han gelekî kêm in li beramber wan karesatên ku rejîma berê ji sala 1968’ê ve bi serê Kurdan de anîne wek; wêrankirina nêzîka 5 hezar gund, komkujiya 182 hezar Enfalkirî, komkujiya Helebce, windakirina bi deh hezaran kes û çendîn tawanên din.’‘
Xezalî bal kişand ser bajarbûna Helebceyê jî û wiha pêde çû: ‘’Niha ku biryara bajarbûna Helebceyê hatiye dayîn û hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî îmze kirine, qet pêwistî bi razîbûna Parlamentoya İraq û hikûmeta navendî nake heta ku ew bên û li ser biaxifin, ji ber li gor destûra İraqê, Herêma Kurdistanê dikare qezayan bike parêzgeh, wate niha ew axaftinên li İraqê tên kirin tenê gotegot in û ne tiştekî din.’‘
Xezalî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Mixabin heta niha jî İraq li ser tawanên beramber Kurdên nav welatê xwe de berdewam e û niha meaş û budce qut kiriye. Di demekê de çendîn kart di destê Herêma Kurdistanê de hene lê heta niha nexwestiye wek İraqê bifikire, eger na dikare ava bendavan bigire, petrola İraqê jî ku di nav axa wê re derbasî bazarên cîhanê dibe rabigire, bi vêna jî dê zerareke mezin bigihe İraqê.’‘
Basnews
