Balafira Barzanî bê arîşe daketibû balafirxaneya Wanê
Roja 15ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke paye bilind serdana bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê kir.
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê got: “Ew gotegotên ku behsa wê yekê dikin ku dema balafir li balafirxaneya Wanê daketibû, rûbirûyê arşîeyên tenkînk bûye, derwein û bê bingehin.”
Heriwha Ergoşî bê agahiya xwe di vê derbarê de anî ziman û ragihand: “Ew gotegot bi hemû awayekî nerastin, ew balafir bê arîşe bû û di dema xwe de gihşt bajarê Wanê, ew gşet gelek asayî û aram û bê arşîe hat encamdan.”
Rudaw
