Di teqîna Libnanê de serkirdeyekî Hizbulla jiyana xwe jidest da
Duh, 16.03.2014, xwekujekî bi otombîleke bombekirî xwe li yek ji navçeyên Hizbulla yê Libnanê, li Biqaa, li nêzîk sînorê Sûriyê, teqand.
Li gorî medyaya Libnanê ji encama vê teqînê 4 kes mirin, di nav wan de endamek û serkirdeyekê Hizbulla bi navê Ebdulrehman Qadî, hebûn.
Lê Hizbulla yê Libnanê ev yek red kir ku ji û got ku tenê yek endamê wê di teqînê de jiyana xwe jidest daye.
Ji aliyê xwe Artêşa Libnanê ragihand ku otombîla ku xwekujî teqandiye helgirê nêzîk 120 kilo ji madeya TNTê bû.
Ev teqîna han piştî yek rojê tê ji destdanîna çekdarên Hizbulla û rejîma Sûriyê li ser navçeya Yebrûdê li Sûriyê, ku ev demek bû şer û pevçûnên giran di navbera her du aliyan û grûpên opozîsyna Sûriyê de li wê navçeyê berdewam bûn.
Ji aliyek din ve Cebhet el-Nusre ya Libnanê, herwiha rêxistina bi navê “Lîwaya Ehrar el-Sûne li Bialbekê” jî, berpirsiyariya xwe li ser encamdana vê teqînê ragihandin, di du daxuyaniyan de ku li ser Twitterê belav kirine.
Rudaw
