Komisyona Hilbijartinan: Mamele ligel Helebce “Wek parêzgeh” nakin
Serbest Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku “Nabe ku demeke kêm ji bo encamdana hilbijartinên encumenên parêzgehan maye, ew hilbijartin li Helebce jî bê kirin” ku biryara biparêzgebûna wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî, hatiye îmzekirin.
Heriwh Mistefa sedema encamnedana hilbijartinên encûmen parêzgeh Helebce vegerand bo nediyariya hemjara nifûsa parêzgehê, sînorî îdarî yê parêzgehê û hinek nakokiyên din: “Her dem ew arîşe temam bibin û hemû rê û şûnên yasayî bên kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir, wê demê hlibijartinên encûmena parzgeha Helebce jî dê bên encamdan.”
Duh, 16.03.2014, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omîd Sebah ji Rûdawê re got: ““Îro saet 10ê sibehê hevdem ligel salvegera karesata kîmyabarana Helebceya şehîd, birêz Mesûd Barzanî mersûma fermana herêmî ji bo biparêzgehbûna Helebce îmze kir”.
Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.
Rudaw
