• Friday, 13 February 2026
logo

Crimea serxwebûna xwe ragihand

Gulan Media March 17, 2014 Nûçe
Crimea serxwebûna xwe ragihand
Paralamentoya Crimea serxwebûna xwe ji Ukrayinayê ragihand û daxwazek fermî pêşkêşî Rûsyayê kir da tevlî xaka wî welatî bibe.

Îro, 17.03.2014, di merasîmekê de parlamentoya Crimea serxwebûna xwe ji welatê Ukrayinayê ragihand.

Herwiha di daxuyaniya parlamentoyê de hatiye ku “Em daxwaz ji Rûsyayê dikin ku wek komarekê îtirafê bi Crimeayê bike.”

Ji aliyê xwe Serokê Paralmentoya Crimea “Volodymyr Konstantinov” ji rojnamevanan re ragihand ku dê hemû pêkhatên leşkerî yên Ukrayina li Crimeayê werin hilweşandin û “Leşkerê ku bixwaze li Crimeayê bijî, dikare bimîne.”

Herwiha Parlamentoya Crimea ragihand ku wê dest danî li ser hemû simyan û samanên Ukrayina li Crimeayê û êdî dê ew bi xwe birêve bibin.

Herwiha her 85 endamên Parlamentoya Crimeayê daxwaz ji “Neteweyên Yekbûyî û hemû welatên cîhanê dike ku wek dewletek serbixwe îtirafê bi Crimeayê bikin.”

Li gorî ku di medayayê de hatiye belavkirin, biryare îro, Duşemê, şandek ji Parlamentoya Crimeayê berê xwe bide Rûsyayê ji bo gotûbêjkirina tedbîrên yasayî da Crimea bibe beşek ji xaka Rûsya Îtihadî.

Duh, 16.03.2014, referandom li Cirîmayê bidawî bû û li gorî encaman ji sedî 93ê ji gelê Cirîmayê alîgirê wê ne ku herêma wan bibe beşek ji Rûsyayê.

Li ser vê yekê jî Koşka Spî ya ragihand ku Barak Obama di peywendiyeke telefonî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir got: “Referandoma Crimeayê destûra Ukraynayê binpê dike, û di bin geva leşkerên Rûsyayê de hatiye encamdan û ti carî jî Amerîka û civaka navdewletî jî îtirafê bi wê referandomê nakin.”

Ji aliyê xwe her 28 wealtên Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihandin ku ew cezayên ku berî niha li sere Crimeayê sepandibûn, wê têxe warê cî bi cîkirinê de, herwiha ragihand ku ew êdî Vîza nade hevwelatiyên wê deverê da serdana welatên YE bikin.

Li ser astê Asyiayê jî, Japonê li ser zarê Serokwezîrê xwe, ragihand ku ew encamên referandoma Crimea red dike “Ji ber ku ew ne li gor yasayên navdewletî hatiye encamdan.”

Rudaw
Top