• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîkayê 100 roketên Hellfire dane İraqê

Gulan Media March 17, 2014 Nûçe
Amerîkayê 100 roketên Hellfire dane İraqê
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê eşkere kir ligel 100 roketên Hellfie bi hezaran çek û teqemenî dane hikûmeta İraqê.

Li gor beyannameyeke Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, hikûmeta İraqê di demên borî de 100 roketên Hellfire, bi hezaran fîşek û çeka M4 ji Amerîkayê wergirtine.

Di beyannameyeke Balyozxaneya Amerîkayê de ku doh belav kiriye, wiha tê gotin: ‘’İraqê ew çekên han piştî nirxandina hevbeş a leşkerî û ewlekariyê ya İraq û Amerîkarê wergirtine û ewna girîngtirîn beşên wan çekan bûn ku Amerîkayê dane İraqê.’‘

Balyozxaneya Amerîkayê tekez dike ku meha borî İraqê zêdeyî 11 hezar milyon fîşek, bi hezaran qernas û teqemeniyên cur bi cur wergirtine. Hat ragehandin ku di çend hefteyên dahatû de wê Amerîka çekên din jî bide İraqê.

Basnews
Top