Amerîkayê 100 roketên Hellfire dane İraqê
Li gor beyannameyeke Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, hikûmeta İraqê di demên borî de 100 roketên Hellfire, bi hezaran fîşek û çeka M4 ji Amerîkayê wergirtine.
Di beyannameyeke Balyozxaneya Amerîkayê de ku doh belav kiriye, wiha tê gotin: ‘’İraqê ew çekên han piştî nirxandina hevbeş a leşkerî û ewlekariyê ya İraq û Amerîkarê wergirtine û ewna girîngtirîn beşên wan çekan bûn ku Amerîkayê dane İraqê.’‘
Balyozxaneya Amerîkayê tekez dike ku meha borî İraqê zêdeyî 11 hezar milyon fîşek, bi hezaran qernas û teqemeniyên cur bi cur wergirtine. Hat ragehandin ku di çend hefteyên dahatû de wê Amerîka çekên din jî bide İraqê.
Basnews
