Sala 2013 hejmara herî zêde ya darvekirinan li Îranê
Li gor raporta damezrêner û berdevkê Saziya Mafê Mirovan a Îranê Dr. Mehmûd Emîrî Muqedem, ev raport bi xebat û hewla grûbeke ji çalakvanên mafê mirovan li navxwe û derveyî Îranê ji bo bi destxistina amara herî rast hatiye amade kirin.
Li gor daxuyaniya Muqedem, tevî hewildana grûbên cuda yên mafê mirovan ji ber şefafnebûna daneyên Komara Îslamî ya Îranê û metirsiyên ku çalakvan pêre rû bi rû ne, raporta heyî nikare dîmeneke kamil ji cibîcîh kirina hukmê darvekirinê li Îranê nîşan bide.
Raporta salane ya 2013’ê
- Herî kêm 687 darvekirin hatine tomar kirin.
- Li gor sala 2012’ê hejmara darvekirinan ji sedî 16 zêde bûye.
- 388 darvekirin (Ji sedî 56) ji aliyê çavkaniyên fermî yên dewletê ve hatine ragehandin.
- 458 darvekirin (Ji sedî 68) a darvekirinan piştî hatine ser kar a Hesen Rûhanî wek serokkomar hatine kirin.
- 59 darvekirin li ber çavên xelkê bûne.
- 331 darvekirin ji ber bazirgandiya madeyên hoşber bûye.
- 148 darvekirin ji ber kuştina teybîr bûye ku 8 beramberî sala 2012ê ye.
- 114 darvekirin, tawana tawanbaran diyar nebûye.
- Herî kêm 30 jn di sala 2013ê de hatine darvekirin.
- Herî kêm 299 darvekirin di 21 girtîgehên cuda yên Îranê de, yan bi awayekî fermî nehatine ragehandin yan bi dizî hatine kirin.
Basnews
