• Friday, 13 February 2026
logo

Iraq: Bîlançoya şerê Fellûcê hat ragihandin

Gulan Media March 16, 2014 Nûçe
Iraq: Bîlançoya şerê Fellûcê hat ragihandin
Nexweşxaneya giştî ya bajarê Fellûce yê Iraqê ragihand, heta niha di şerê Fellûcê de zêdetirî 880 kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Berdevkê nexweşxaneya giştî ya Fellûcê Ehmed Şamî, diyar kir ku ji destpêka şer û aloziya Fellûcê ve heta niha, 131 kes hatine kuştin û 752 kes jî birîndar bûne.

Ehmed Şamî da zanîn, piraniya kesên hatine kuştin û birîndar bûne, pîr û zarok û jin in her wiha tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Artêşa Iraqê ji roja 21ê Kanûna par ve li dijî çekdarên radîkal li bajarê Fellûce û deverên din ên parêzgeha Enbarê dest bi operasyonên bejahî û hewayî kiriye û heta niha jî ev şer û pevçûn didome.

Rudaw
Top