Iraq: Bîlançoya şerê Fellûcê hat ragihandin
Berdevkê nexweşxaneya giştî ya Fellûcê Ehmed Şamî, diyar kir ku ji destpêka şer û aloziya Fellûcê ve heta niha, 131 kes hatine kuştin û 752 kes jî birîndar bûne.
Ehmed Şamî da zanîn, piraniya kesên hatine kuştin û birîndar bûne, pîr û zarok û jin in her wiha tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Artêşa Iraqê ji roja 21ê Kanûna par ve li dijî çekdarên radîkal li bajarê Fellûce û deverên din ên parêzgeha Enbarê dest bi operasyonên bejahî û hewayî kiriye û heta niha jî ev şer û pevçûn didome.
Rudaw
