Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Li vir de hemû aliyek agahdar dikin ku encamên kombûnê ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve bi awayeke fermî hatiye belav kirin û tu kes û aliyek jî mafê wî nîne bi navê Serok Barzanî axaftinê li vî derbarî de bike û tenê ew daxuyanî derxerê siyaseta fermî ya Serok Barzanîne ku ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve derdikevin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.03.2014
