Mesrûr Barzanî: Kîmiya baran kirina Helebceyê rûpeleke reş ya dîroka mirovahiye
Bi minasebeta salvegera 16ê Adarê û kîmiya bara kirina Helebceyê Şewirmendê civata ewlekariya Netewî birêz Mesrûr Barzanî peyamke pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û mihriban
Ew tawana ku beriya 26 salan di rojekî weke îro de li ber çavê civaka navnetewî ji aliyê rejîma Dîktator ya berê a Îraqê ve li hember xelkê welatparêz, nîştimanperwer û berxwedêrê Helebceyê hate kirin rûpeleke reş ya dîroka mirovatiye û herwiha bo gelê Kurd jî bû weke pirseke wicdanî lewre heta dawî di dilê me de bi zindî dimîn e.
Biryara dadgeha bilind ya tawanan a Îraqê û hewlên hijmareke Parlementoyên welatên cîhanê bo dane nasîn û nasandina kîmiyabarana Helebceyê weke Genocide
Cêhê rêz girtinê ne lê hîn jî gelek kar hene werin kirin daku bandora ew genocide yaku li dijî xak û xelkê Helebceyan Şehîdan hatiye ji holê werin rakirin.
Erkekî mirovatî li ser stuyê hikûmeta Îraq û civaka navnetewiye bo qerebû kirina xelkê Helebceyê û lazime ev kompaniyên ku çek û madeyên kîmiyayî dane rejîma Besê werin cezakirin.
Lazim bû zêdetir ji niha xizmeta Helebceya Şehîd hatiba kirin û di warê awedanî û xizmetgozarî de dibûya zêdetir xizmet hatiba kirin, bi taybetî xizmeta Şehîd û birîndarên kîmiyabaranê.
Israra Serokê Kurdistanê bo biparêzgeh kirina Helebce rêz girtine ji qurbanî û xwîna Şehîdan û cîhbicîh kirina daxwazên reva yên xelkê Helebceya Şehîd û dabîn kirina mafên xelkê Helebceya xweştewîst û herwiha îsrar kirine li ser dadperwerî.
Lewre di 26mîn salvegera kîmiyabarana Helebceyê de serê xwe li hember Şehîdan di tewînim û bi minasebeta biparêzgeh kirina Helebceyê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi taybetî Serok Barzanî û tevahiya xelkê Parêzgeha Helebceyê dikim, hêvî dikim çawe Helebce girêka bexta Kurd vekir her wisa jî bibe pêşengê awedanî û pêşde birina Kurdistanê.
Birayê we
Mesrûr Barzanî
15ê Adara 2014
