Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqere civiyan
Civîna îşev a Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tiirkiyê Receb Tayîb Erdogan, li ofîsa Serokwezîriyê li Enqerê bidawî bû.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, piştî bidawîbûna civînê ti daxuyaniyek li ser naveroka hevdîtinê nehat dayîn.
Lê li gorî pêşhatên dawî, tê pêşbînîkirin ku di hevdîtina navbera Barzanî û Erdogan de pirsa hinartina petrolê, pêvajoya aştiyê, pêwendiyên Hewlêr û Enqerê her wiha rewşa herêmê hatibin axaftin.
Rudaw
