• Friday, 13 February 2026
logo

Di salvegera Helebceyê de ala Îraqê tê daxistin

Gulan Media March 16, 2014 Nûçe
Di salvegera Helebceyê de ala Îraqê tê daxistin
Di 26’emîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de hinek berpirsên Kurd, biryar dane ala Îraqê ya li kêleka ala Kurdistanê, bînin xwarê.

Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Kurdistanê, Merîwan Neqşbendî di daxuyanyekê de ji BasNewsê re got: ‘‘Roja 16.03 min gelek hewl da ku bi derkirina biryareke fermî ala Îraqê ya li ser wezaret û rêveberatiyên ewqafê ve daleqandî daxînin jêr, lê wezîrê ewqafê li ser wî karî razî nebû’‘

Neqşbendî got: ’’Wezîrê ewqafê ji min re got ku bêyî destûra Serokatiya Encûmena Wezîran em nikarin wî karî bikin.’’ Neqişbendî eşkere kir ku çend berpirsên wan biryar dane ger bi sere xwe be jî dê di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de ala Îraqê bînin jêr, lê ev biryar karekî şexsî ye û tu peywendiyek bi biryarên fermî ve nîne.

Naqişbendî axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Ez bi xwe xelkê Helebceyê me û min hemû qonaxên xwendinê li wî bajêrî xwendine, loma maqûl nîne bi dijberiya ku hikûmeta Bexdayê li hember Kurdan dike ala wan di odeya min de daleqandî be.’‘

Basnews
Top