Hewramî: Eger ligel Bexdayê lihev nekin emê petrolê bişînin
Li gor agahiyên BasNewsê, di civînê de parlamenterên Kurd hevhelwêst bûn li ser wêya eger proje-yasaya budceya 2014 ya İraqê bi wan mercên ku hikûmeta İraqê bo Herêma Kurdistanê danîne were nav parlamentoyê, parlamenterên Kurd beşdarî rûniştinên Parlamentoya İraqê nabin û dê boykot bikin.
Li gor proje-yasaya budceya 2014 ya İraqê, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bişîne derve, ji xeynî vêna jî hîç budceyek ji Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re nehatiye veqetandin.
Derbarê naveroka civînê de Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Mehmûd Osman ku beşdarî civînê bûbû, ji BasNewsê re got: ‘’Di civînê de tu cudahiyek nebû, hemû alî û fraksyonên Kurdistanî li ser nerazîbûna Herêma Kurdistanê derbarê budceya 2014 ya İraqê de hevrabûn. Her di civînê de Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî got; Eger ligel Bexdayê negehiştin rêkeftinekê emê petrolê bişînin derve.’‘
Evna jî wek karta dawî ya Kurdan li beramberî Bexdayê hatiye behskirin, eger Bexda amade nebe ku ligel Herêma Kurdistanê bigihe rêkeftinekê. Hevdem AA’yê eşkere kir ku niha 400 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê li Tirkiyê ye û li benda rêkeftinê maye heta ku bo bazarên cîhanê were şandin.
Li gor agahiyên BasNewsê, di civînê de nûnerên Kurd ên li Bexdayê ligel Serokê Herêma Kurdistanê gehiştine wê rêkeftinê ku divê ew benda qala wê yekê dike pêwiste Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bişîne derve ji proje-yasaya 2014 ya İraqê bê derxistin û herwiha meaşê Hêza Pêşmerge jî bikeve ser budceya Wezareta Navxwe ya İraqê.
Nûnerên Kurd ên li Bexdayê herwiha biryar dane ku eger hikûmeta İraqê bi van pêşniyaran razî nebe dê rûniştinên Parlamentoya İraqê boykot bikin.
Basnews
