Çar deriyên nû li ser tixûbê Kurdistan û Tirkiyeyê tên vekirin
Li bajrê Wanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di axaftinekê de behsa dîroka ber bi çav a bajêr kir û got ku, wî ji mêj ve dixwest serdana bajarê Wanê bike.
Barzanî got ku, Wan bi dîroka xwe ya di warê edebiyat û kulturî de cîyekî taybet heye û devera Muksê warê helbestavê navdar û mezinê kurd Feqê Teyran e. Gelek guhertin di warên cuda de li Tirkiyeyê çêbûne û bi taybetî pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê berdewam e û ”serkeftina pêvajoya aşitiyê li Tikiyeyê dê ji bo hemû deverê aşitiyê bi xwe re bîne”. Serokê hikûmeta Kurdistanê di axaftina xwe de behsa serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo bajarê Silêmnaiyê kir û got ku, wezîrê derve yê Tirkiyeyê di furoma zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê di destpêka axaftina xwe de bi kurdî peyvî û ev yek jî cîyê dilxweşiya hemû beşdaran bû.
Di civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiyeyê de, behsa firehkirina deriyê Îbrahîm Xelîl hat kirin û birya da ku, çar deriyên din yên nû li ser tixûbê navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê bên vekirin. Ji bona cîbicîkirina biryara vekirina çar deriyên nû dê di meha bê de waliyê Duhok û waliyê Hewlêrê digel waliyê Şirnex û waliyê Hekarî ku tixûbê mişterek bi hev re heye biciv in.
Piştî civînê Barzanî û Dawudoglo di preskonferensekê de behsa naveroka civîna xwe kir û Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê tekîd kir ku, têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê têkeliyên saxlem û mokim in û ew guhertinên di van salên dawiyê de li Tirkiyeyê bidest ver hatine guhertinên gelek giring in û hêvî kir ku, hemû pirsgirêk bi aşitî çareser bin û pêvajoya aşitiyê jî serbikeve.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di preskonferensê de behsa dîroka têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê kir û got ku, sala 1932 şêx Ehmedê Barzanî serdana Wanê kir, vê dawiyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana Diyarbekirê kir îro jî Nêçîrvan Barzanî serdana Wanê kir. Wî behsa têkeliyên aborî û bizava bazirganî navbera Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got: ”Vekirina deriyên nû li ser sînor dê bizav û çalakiyên aborî û bazirganî û têkeliyên civakî jî geş bike û dê sud ji bo Tirkiye, herêma Kurdistan û Îraqê hebe.”
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê û Ehmed Dawudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê di bernameyeke zîndî a TRT6 ê de behsa çend mijarên giring kir.
Nêçîrvan Brzanî behsa pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa neft û gazê kir û got: ”siyaseta neftê a herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqê dimeşe û herêma Kurdistanê mafên xwe yên destûrî bi cî dike. Bexda dixwaze ew bi tenê kontirola neftê bike û herêma Kurdistanê jî vê yekê ji Bexdayê qebûl nake û herêma Kurdistanê paşde venagere.
Berî ber bi Enqereyê ve bi rê bike, Nêçîrvan Barzanî digel Ehmed Dawudoglo geriyanek nav bajarê Wanê kir û li qawexaneyeke bajêr bi hev re qaweyek vexwar û pişt re serokwezîrê Kurdistanê ber bi Enqereyê ve bi rêket.
