26’emîn Salvegera a Komkujiya Helebceyê
Ozturk derheqê wan rojan de ji AA’yê re axifî û tekez kir ku ji bo komkujiyê divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dewletên Rojava jî hesab bidin û got: 'Di ser de 26 sal derbas bûn lê hê jî hesabê Helebceyê nehatiye dayîn. Helebce wek bajar hat îlankirin, avahiyên nû lê hatin avakirin, kuçe û kolanên wê hatin çêkirin. Lê ji roja komkujiyê heta îro ez bawer nakim ku şermezarkirinek derheqê qirkirinê de hatibe kirin û yên ku bi rastî berpirsyarê vê komkujiyê ne jî bi tu awayî hesab nedan. Sedam Huseyn û Elî Kîmyewî hatin darvekirin lê ew ne tenê ji bo komkujiya Helebceyê hatin darvekirin. Kiryarên komkujiyê ne ew her du bi tenê bûn. Divê Amerîka û dewletên Rojava jî hesab bidin.'
Ozturk wiha axifî: 'Di dema şerê Îran-Iraqê de gava ku Sedam li dijî Îranê çekên kîmyewî bikar anîn, Îranê ev mijar di rûniştinên Neteweyên Yekbûyî de anî ziman. Lê raya giştî ya navneteweyî û welatên ku xwediyê erk û bandorê bûn ev kiryara Iraqê bi qestî nedîn. Sedam ji wê derê pişt wergirt û komkujiya Helebceyê kir. Eger dinya li hemberî çekên kîmyewî yên ku li Îranê hatin bikaranîn wek ker û koran tevnegeriyaba, belkî komkujiya Helebceyê neqewimiya. Herwiha Rejîma Esed jî îro li hemberî sivîl û mixalifan çekên kîmyewî bikar nedianî, komkujî nedikir.'
Bandora gaza kîmyewî hê jî berdewam dike
Ozturk bilêv kir ku bandora gaza kîmyewî ya ku di wê demê de hatibû bikaranîn hê jî li ser mirovan û herêmê berdewam dike û wiha pê de çû: 'Bi hezaran jin û mêr ji ber wê gazê nikarin bibin xwedî zarok. Li Helebceyê ji malbatan sedî 90’ê wan di êrîşa bi çekên kîmyewî de merivên wan hatin kuştin. Gelê Helebceyê hê jî birîndar e û ji bo ku birîna wan bê pêçandin heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Gelek welat hê vê qirqirinê wek komkujî qebûl nakin. Qey yên ku alîkariya Sedam kirin ne ew bûn? Tenê gunehê welatên rojava tune ye, gunehê welatên ku cîranê Iraqê bûn jî heye.'
'Aqûbeta bi hezaran merovan ne diyar e'
Di wê demê de operasyonên Enfalê jî berdewam dikirin û bi hezaran Kurd ji ber vê operasyonê direviyan. Ozturk qala wan rojan jî kir û got: 'Akûbeta 283 hezar Kurdên ku bûn qurbana operasyonên Enfalê ya Sedam ne diyar e. Ji bo vê yekê tu lêkolîn nehat kirin, ew kesên ku ji vê zilm û zordariyê direviyan xwe sipartin sînorê Îran û Tirkiyê lê her du welatan ji bo ku ew derbasî welatê wan nebin li sînorê xwe têl kişandin. Bi navbeynkariya saziyên Navneteweyî hindik kes di qampan de hatin bicihkirin. Ya herî bi jan jî zanî çi ye? Di wê demê de kesên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de birîndar bûbûn li Tirkiyê jî dihatin dermankirin. Di wê dema dermankirinê de min wêneyên wan kesên birîndar kişand. Ew wêneyên min li Almanya ji aliyê Kovara Qûîckê ve di 2 rupelan de hatin belavkirin. Ji Tirkiyê derheqê wan wêneyan de daxuyaniyek hat dayîn. Di wê demê de nûçeyeke ku dibêje çekên kîmyewî hatine bikaranîn di nav raya giştî ya navneteweyî de belav bû û ev yek ji Tirkiyê hat pirsîn. Tirkiyê jî got ’Na, li ser wan kesên ku li sînorên me tên tedawîkirin û dermankirin şopa çekên kîmyewî tune ye, rast e birîndar in lê ne ji ber çekên kîmyewî.’ '
Senaryoya fîlmê Helebceyê amade ye
Ozturk da zanîn ku wî senaryoya fîlmê Helebçeyê nivîsiye lê ji ber nexweşketina Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî hê fîlm nehatiye kişandin û wiha berdewam kir: 'Min di sala 2009’an de dest bi vê projeyê kir. Ez bi Serokkomar Talabanî re axifîm, wî jî diyar kir ku dê piştgiriyê bidin min. Min senaryo amade kir û ez çûm Kurdistanê. Di meclisê de proje hat lêkolîn û hat qebûlkirin. Wezareta Çandê daxuyaniyek da, hevpeyvîn û nûçeyên derheqê projeya min de hatin belavkirin. Paşê Talabanî nexweş ket, hilbijartin bû, navbera Bexda û Kurdistanê xera bû û hikûmet guherî. Lê min hê jî dev jê bernedaye. Hevdîtinên me yên bi sponsoran re berdewam in, yanî dibe ku em di cih de dest pê bikin.'
Mahsûn Kirmizigul jî bilêv kiribû ku ewê jî derheqê Helebceyê de dê fîlmekî çêke û ji ber vê jî di navbera Ozturk û wî de pirsgirêk derketibû. Ozturk ji bo wî jî wiha got: 'Mahsûn Kirmizigul teqlîdkar û kopyagirekî gelekî baş e, di hemû xebatên wî de ev tên dîtin. Ew hevalê ku Kurdbûna xwe jî qebûl nake, paşê derket û got ez ê fîlmê Helebceyê bikişînim. Min reaksyon nîşanî vê tevgera wî da. Helebçe ne malê min ê bi tapo ye, ez nikarim ji tu kesî re qedexe bikim, lê wî ew senaryoya xwe ji ber ya min wergirtiye û loma ez vê yekê qebûl nakim.'
Ozturk wê di 'Rûniştina Komkujiya Helebceyê' ya ku bi destê Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê dê bê lidarxistin de nêzîka 15 deqîqeyan xeber bide û belgefîlmeke 12 deqîqeyî ya derheqê Helebceyê de jî li wê derê pêşan bide.
'Helebce bila wek komkujiyê bê qebûlkirin'
Alîkara berê ya Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdarvan (KADEP) û Endamê Meclisa Partiyê Yuksel Avşar da zanîn ku Helebce di dîrokê de lekeyek e û got: 'Komkujiya Helebceyê, qirkirin e. Divê hemû dinya vê yekê wiha qebûl bike.'
Avşar a ku piştî komkujiyê çû herêmê û alîkariya ketiyên wê derê kir, bîranînên xwe yên wan rojan wiha anîn ziman: 'Dema ku qirkirin qewimî hemû dinya li hemberî vê yekê bê deng ma. Paşê bi navginiya Xaça Sor alîkarî gihişt herêmê. Ez vê yekê heta hebim jibîr nakim. Hesasiyet û alîkariya Kurdan ku wê demê kirin ez heta bi hetayê ji bîr nakim. Her kesî li gor xwe dixwest alîkariyê bike. Saziyên alîkariyê yên li çar aliyê dinyayê dereng be jî dest bi şandina alîkariyê kirin. Çend roj piştî êrîşan ez çûm herêmê, şop û rêçên komkujiyê li wan deran hê nû bûn. Bi taybetî ew birînên ser û çavên mirovan pir giran bûn. Em wek ku ketibin bîreke kûr, wan bedenên ku şewitîbûn dema ku niha jî tên bîra min ez diricifim.'
Operasyonên Enfalê û Qirkirina Helebceyê
Operasyonên Enfalê di navbera sala 1986-1989’an de hatin kirin, ji aliyê Baasiyan ve wek 'Tevger' ji aliyê Kurdan ve jî wek 'Komkujî' tê binavkirin. Li gor çavkaniyên dîrokî di operasyonên Enfalê de ku Serokê Dewleta Iraqê yê wê demê Sedam Huseyn dan destpêkirin, nêzîka 150 hezar mirov hatin qetilkirin. Di van komkujiyan de hinek caran jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di komkujiya Helebceyê de jhi 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 7 hezar kes jî birîndar bûn.
Basnews
