• Friday, 13 February 2026
logo

Caferî: Çarenivîsa Malikî jî wek a Mursî lê tê

Gulan Media March 15, 2014 Nûçe
Caferî: Çarenivîsa Malikî jî wek a Mursî lê tê
Serokê Bizava Çaksaziya Niştimanî û Hevpeymaniya Niştimanî ya İraqê Îbrahîm Caferî ji nişka ve bi tundî êrîşî Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî kir û got: ‘’Çarenivîsa Malikî jî wek a Mihmed Mûrsî nediyar û metirsîdar dibe.’‘

Li gor Ajansa Nûçeyan a Hamurabî, Caferî di civîna dawî ya Desteya Siyasî ya Bizava Çaksaziya Niştimanî de, balkişand ser hilbijartina dahatû ya Parlamentoya İraqê û wiha axifî: ‘’Milmilaneya heyî milmilaneyeke siyasî ye, ne wek hinek alî behs dikin ku şerê bidestxistina desthilatê ye, bidestxistina postê serokwezîr jî nayê wateya diktatoriyetê wek tişta niha li İraqê heye.’‘

Caferî tekez kir rûxana rejîmên berê ji ber merkeziyeta di biryarên siyasî de û dûrxistina aliyên siyasî bûye ji proseya siyasî. Caferî da zanîn ku eger Malikî ji biryarên xwe yên şaş venegere, wê demê bêguman çarenivîsa wî jî wek ya serokê ji kardûrxistî yê Misrê Mihemed Mursî nediyar û metirsîdar dibe.

Caferî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Malikî bi biryarên xwe yên takekesî welat ber bi wêranbûn û çarenivîseke nediya ve dibe, di heman demê de biryara xerckirina budceyê bêyî pesendkirinê li parlamentoyê, darbeyeke li beramber demokrasiyê û destûra welat.’‘

Basnews
Top