Nêçîrvan Barzanî: Em hêvîdarin pêvajoya aştiyê bi encam bigihe
Piştî civînê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xistin.
Di kongreyê de, destpêkê Davutoglu axifî û keyfxweşiya xwe bi serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bo Wanê anî ziman.
Davutoglu bal kişand ku di civînê de ew li ser pirsên aborî û vekirina deriyê sînorî û herwiha rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyên axifîn.
Davutoglu herwiha li ser pêşvebirina têkiliyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de tekîd kir û got ku ew dixwazin ev têkilî hîn zêdetir pêşve biçin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar kir ku bazirganiya navbera her du aliyan de gelek başe û par 12 milyar dolar bû û got ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê deriyeke û di rêya wê re xwe digihîne navçeyên din ên Iraqê.
Ahmed Davutoglu tekîd kir ku civîna wan ya îro li Wanê gelek erênî û emelî bû û got ku wan biryar daye 5 deriyên din ên sînorî ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û herwiha wê deriyê Îbrahîm Xelîl jî bê berferehkirin.
Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe bi serdana bajarê Wanê û pêşwazîkirina wan ji aliyê wezîrê derve Ahmed Davutoglu anî ziman û got “Ev cara yekê ye ez serdana bajarê Wanê dikim, ev bajarê ku xelkê wê di dema borî de gelek alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê kiriye, ez ji dil de spasiya wan dikim”.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di van çend salên borî de têkiliyên di navebra Herêma Kurdistan û Tirkiyê de pêşve çûne û got ku derfet heye ev têkilî berferehtir bibin.
Derbarê vekirina deriyên sînorî û berferehkirina deriyê Îbrahîm Xelîl de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ev biryar a herî girîng e û got “Em hêvîdarin ku ev yek ji bo tevahiya Iraqê pêşketineke baş be”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir û got “Ev pêşkeftinên li Tirkiyê çêdibin berçavin, hêviya me ewe ku bi encam bigihin û aştiyeke mayînde pêk were”.
Rudaw
