• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî gihişte Wanê

Gulan Media March 15, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî gihişte Wanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re berî bîstekê bi balafirê gihiştine balafirgeha Wanê û ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berpirsên herêmê ve hatin pêşwazîkirin.

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî îro saet 9ê sibehê bi dema Hewlêrê ber bi rê ket.

Ergoşî diyar kir ku di vê serdanê de wezîrê avakirinê yê Herêma Kurdistanê Kameran Ehmed, serokê desteya weberhênanê, berdevkê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih pêk tê.

Ergoşî herwiha got ku şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li bajarê Wanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û hejmarek berpirsên din û karsazan bicive.

Derbarê naveroka civînên li Wanê de, Samî Ergoşî got “Di civînê de wê pirsa bihêzkirina têkiliyên bazirganî navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, bi taybet vekirina deriyekî sînor navbera heru aliyan wê bên goûbêjkitin”.

Piştî civîna li Wanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û wezîrê avakirnê Kameran Ehmed û şanda ligel wan dê biçin Enqere û li wir bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicivin.

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê civînê de jî got ku wê têkiliyên dualî û pirsên avbrî û bazirganiyê, rewşa Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê bên gotûbêjkirin.

Rudaw
Top