Kedkarên tenduristiyê neçûn ser kar
Xwepêşandana kedkaran a li ser Kolana Cûmhûriyetê li ber avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrsîmê ya ser bi Wezareta Tenduristiyê bi dawî bû. Xwepêşanderan nanên ji bo Berkîn Elvan hilgirtibûn danîn ber Bîrdariya Mafên Mirovan.
Li ber gerînendeya navborî, li ser navê kedkaran Serokê Şaxa Dêrsîmê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) Dr. Azad Gundercî daxuyand.
Gundercî got ku ew dizanin ku divê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Wekî em hemû dizanin li ser vê axê bi salan zarok mirin û hatin kuştin. Lê belê ev yek her tim hat bincilkirin û deng ji kesî derneket. Ger hingê em li hemberî mirin û kuştina wan zarokan bêdeng nemanê, dibe ku niha Berkîn Elvan li jiyanê bû”.
Dr. Azad Gundercî diyar kir ku di nava rewşa heyî de ew nikarin cejna xwe pîroz bikin û got “Li her derê gendelî û bêhna rizyayî û bertîl difûre. Li aliyê din zarokê me yê ku di encama êrîşa polîs de ji serê xwe birîndar bû û mir, agir berda dilê me. Her wekî Ceylanên ku bi saroxan bedena wê parçebûyî, Ûgûrên ku bi gulleyan hatin kuştin, zarokên Roboskê yên hatin bombebarankirin û çendîn hevalên wan ên lîstikan; niha jî Berkîn Elvan dil û hinavên me şewitand”.
Gundercî anî zimên ku êdî li Tirkiyê kes nikare bi hêsanî şîn û şîwenê jî girê bide.
Serokê SESa Dêrsîmê diyar kir ku xizmetguzariya tenduristiyê bê ferq û cûdahî, mafê her kesek e.
Gundercî got ku ew li dijî hemû cureyên tundî û kuştinan in û wiha berdewam kir: “Li gorî me mafê xwepêşanderan e ku ji xizmetguzariya tenduristiyê sûd werbigire. Ji ber em di warê tenduristiyê de alîkariya tenduristî didin xwepêşanderan, em tên tawanbarkirin. Xebatkarên tenduristiyê yên erk û peywira xwe bi cih tînin; yan tên girtin, yan jî cezayên pereyî ku nikarin ji bin rabin lê tê birîn”.
Kedkaran diyar kirin ku dê bi hemwelatiyan re têkoşîna wan bidomin.
Rudaw
