5 parlamentrên BDPê tevlî HDPê dibin
Roja, 13.03.2014, HDPê li bajarê Stenbolê li salona hotêlekê şîvek da û piştî wê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hevserokê wê partiyê Ertugrul Kurkçu, di civînê de got: “HDP partiya bindestan e, lewma tevî ku nû hatiye damezirandin lê pêgeheke cemawerî ya berfereh bidest xistiye.”
Li gorî nêrîna Ertugrul Kurkçu, pêdana her dengekî bi HDPê girînge û cudahiya dengekî bi tenê jî guhertinên mezin li Tirkiyê çêdike.
Ertugrul Kurkçu aşkere jî kir ku îro, Înê, dê her 5 parlamenterên BDPê, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Feysel Sarîyildiz, Kemal Aktaş û Îbrahîm Ayhan yên ku vê destpêka îsal ji zîndanê derketin, bi fermî tevlî HDPê bibin.
Di sala 2009an de, ew her 5 parlamenterên BDPê li ser doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hatibûn girtin lê roja 04.01.2014 serbest hatin berdan, roja 07.01.2014 jî di Parlamentoya Tirkiyê de sûnda yasayî xwarin û dest bi karê parlamentariyê kirin.
HDPê, roja 15ê Cotmeha sala 2012an li Enqerê hat damezirandin, û her yek ji Sebahet Tuncel û Ertugrul Kurkçu hevserokatiya wê dikin.
HDPê ji aliyê çend siyasetmedarên kurd ên çepgir ve hatiye damezrandin û 3ê ji kesên diyar di nava wê partiyê de hene ku berê endamên BDPê bûn, wek Sirrî Sureya Onder.
Herwiha têkiliyeke bihêz di navbera HDPê û BDPê de heye, herwiha biryar e di hilbijartinên roja 30.03.2014 de yên Tirkiyê de bi hemahengî beşdarî bikin.
Rudaw
