Washington Post:Şerê Enbarê mezintirîn kêşe ye ku rastî hikûmeta Malikî hatiye
Rojnameya Washington Postê, di raporekî de behsa şerê li parêzgeha Enbarê yê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên radîkal de kiriye û ragihandiye, şerê Enbarê gellekî ji şerê hêzên Amerîka li wê deverê aloztir e, wê çaxê neçar hêzên Amerîka neçar man bajarokê Fellûcê kavil bikin da ku çekdarên El Qaîdê ji wê derê derbixin.
Di rapora Washington Postê de hatiye gotin ku şerê Enbarê mezintirîn kêşe ye ku heta niha rastî hikûmeta Malikî hatiye.
Rojnamê li ser zarê berpirsê ragihandina Encumena Melayên Iraqê Musenna Zarî jî ragihandiye ku tiştên ku li Enbarê rû didin, şer e û dide zanîn, Zarî wêneyek li ser dîwarê ofîsa xwe daniye û dibêje, ev wêne, ya wan deverên Enbarê ye yên ku tê de şer heye û bi rêya heyva destkird re hatiye kişandin.
Li gorî Washington Postê, yek ji lîderên Encumena Melayên Iraqê di çend mehên borî de pêwendiyek bihêz bi hinek hêzên nû re li deverê çêkiriye.
Di rapora Washington Postê de her wiha hatiye gotin ku komek ji serokeşîr û mela û zanayên ayînî yên Enbarê li bajarê Emanê yê paytexta Ordunê nexşe û pilanan bo şoreşa Iraqê dikşînin û armanca wan jî rizgarkirina hemû Iraqê ji bin fermana Îranê û pêkanîna hikûmetek dûr ji têgihên mezhebî ye.
Cîgirê şêwirmendê asayişa niştimanî ya Iraqê Sefa Resûl Husên jî gotiye, eşîrên Enbarê bi ser çend koman de belav bûne ku hinek alîgirên El Qaîdê ne û hinek jî li dijî wê rêxistinê ne.
Rojname tîne ziman ku her çiqas ti nûnerek Encumena Melayan li nav encumena leşkerî ya Enbarê de nebe jî lê hinek ji berpirsên encumenê li xwe muhkir tên ku bi awayekî demkî jî be pêwendî bi El Qaîdê re danîne.
Artêşa Iraqê ji roja 21ê Kanûna par ve li dijî çekdarên radîkal bi taybet rêxistina bi navê DAIŞê li parêzbeha Enbarê dest bi operasyonên leşkerî kiriye û heta niha jî şer û pevçûn didome.
Di wî şerî de gellek kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne her wiha bi hezaran xelkê deverê neçar mane dest ji mal û warên xwe berdin.
Rudaw
