‘Federalî nebe Kurd dê daxwaza konfederalî yan jî serxwebûnê bikin’
Serokê berê yê Parlamentoya İraqê û yek ji serkirdeyên Sunetan Haçim Hesenî ku ji bo beşdarbûna konferansa Zanîngeha Emerîkî ya Silêmaniyê hatibû Herêma Kurdistanê, wiha axifî: ‘’Heşt sal dibe em yasayan dadirêjin û yasayan derdixin, lê bêyî wêya em bigihin asta wan yasayên girîng ku destûrê li ser me ferzkirine û divê derbikevin, wek yasaya petrol û gazê, yasaya Dadgeha Federal û yasaya partiyan. Evna ew yasa ne ku bingehekî baş ji bo dewleteke rêxistî dideynin.’‘
Li gor malpera Niha24, derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Haçim Hesenî got: ‘’Hinek kes hene dixwazin İraqê vegerînin çarkoşeya yekem û damezrandina hikûmeteke merkezî ku desthilata wê bi ser Herêma Kurdistanê û parêzgehên din jî hebe. Ez li cihê Nêçîrvan Barzanî bûma dibe ku dijwartir jî li dijî Bexdayê biaxifîbûma, ji ber dema tu berpirsyar bî ji miletekî hêviya wê yekê ji te dike tu berevaniyê lê bikî, wate divê rûbirûyê wê zilmê bibe.’‘
Hesenî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Di dema xwe de Kurdistanê daxwaza mafên xwe yên kulturî dikir, dema evna bidest neket daxwaza xwe bilind kir bo federaliyê. Niha jî eger federaliyet wek mafekî neyê garantîkirin daxwaza konfederalî dike û eger evna jî nebû êdî rêya cudabûn û serxwebûnê dide pêşiya xwe.’‘
basnews
