• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî ligel nûnerên Kurd ên li Bexdayê dicive

Gulan Media March 15, 2014 Nûçe
Barzanî ligel nûnerên Kurd ên li Bexdayê dicive
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn ligel nûnerên Kurd ên li Bexdayê dicive û tê çaverêkirin ku li ser budceya 2014 ya İraqê yekhelwêstî were ragehandin.

Di vê derbarê de parlamenterê Fraksyona Hevpeymanya Kurdistanê (Komela Îslamî) Şêx Fatîh Daroxayî ji BasNewsê re got: ‘’Di civîna îro ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê de emê gotûbêjê li ser yekhelwêstiya beramber budceya 2014 ya İraqê bikin. Sibe xwendine yakem ji bo wê proje-yasayê li Parlamentoya İraqê tê kirin, loma yekhelwêstiya Kurdan pir girîng e.’‘

Li gor agahiyên BasNewsê, di civînê de behsa gelek pirsgirên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê kirin, herwiha serkirdayetiya Kurd û nûnerên Kurd bi yekdengî xwe ji bo pirsên Herêma Kurdistanê li beramber Bexdayê amade dikin.

Ji aliyekî din ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her îro serdana Tirkiyê kir û beşek ji mijarên serdana Barzanî bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye ku ji Tirkiyê dê bo bazarên cîhanê bê şandin.

basnews
Top