Hêzên tirk welatiyekî Kobanî li ser sînor kuştin
Welatiyê bi navê Eladînê Qewaz, ku xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bû, şeva borî dema dixwest derbasî bajarê Sirûcê yê Rihayê be û here mala xizmên xwe, li ser sînor rastî êrişa hêzên tirk hat.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de Eladîn bi giranî birîndar bû û di ciha de jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn, cenazê wî derbasî Kobanî hatiye kirin.
Rudaw
