Nêçîrvan Barzanî îro ligel Erdogan û Davutoglu dicive
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wê saet 19.30 bi dema Tirkiyê li Enqereyê ligel Erdogan bicive.
Herwiha li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê îro saet 15.00 wê Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu bi hev re bicivin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu derbarê civîna navbera wî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de got “Emê li ser têkiliyên aborî û bazirganiyê biaxifin”.
Di çarçoveya serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakurê Kurdistanê de, wê parêzgarên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.
Hevdîtina her du aliyan wê bêhtir li ser meseleyên gumrikê û bazirganiyê be.
