• Friday, 13 February 2026
logo

Xelk Helebceyê spasiya Serok û Serokwezîrê Kurdistanê dike

Gulan Media March 14, 2014 Nûçe
Xelk Helebceyê spasiya Serok û Serokwezîrê Kurdistanê dike

Xelkê Helebceyê li hember biryara biparêzgeh kirina Helebceyê kêfxweşe.

Ev du roje şîniyên Helebce û derdorê bi merasim û çalakiyên curbicur kêfxweşiya xwe ya li hember biryara biparêzgeh kirina Helebceyê diyar dikin.

Xelkê Helebce û derdorê spasiya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dikin ku daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê kiribû daku li benda Bexdayê raneweste û bi fermî Helebce bike Parêzgeh.

Herwiha jiber îmze kirina biryara biparêzgeh kirina Helebceyê jî ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê ve xelkê deverê spasiya Serokwezîrê Kurdistanê dikin.

Biryare heta roja 16ê Adarê çalakiyên xelkê Helebceyê bidomin.
Top