• Friday, 13 February 2026
logo

Li Akrê xelk dest bi çandina daran kir

Gulan Media March 14, 2014 Nûçe
Li Akrê xelk dest bi çandina daran kir

Bi minasebeta roja ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd li Akrê xelk dest bi çandina daran kir.

Îro li bajarê Akreyê weke bajarên din yên Kurdistanê bi minasebeta pîroz kirina 111 saliya ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî dest bi kempîna çandina daran hate kirin.

Di merasimekî de bi beşdariya rayedarên bajarê Akrê û hijmareke mezin ji pêşmergeyên her du şoreşên Eylûl û Gulanê û herwiha bi amadebûna hijmareke zêde ji şîniyên vê bajarê li deverên curbicur yên bajarê de bo pîroz kirina roja ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd bi hezaran dar hatin çandin.

Ji aliyeke din ve li deverên din yên Kurdistanê de jî îro çendîn kempînên curbicur yên çandina daran destpê kirin.
Top