• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser hevkarî û hevahengiya digel Xaca Sora navdewletî kir

Gulan Media March 14, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser hevkarî û hevahengiya digel Xaca Sora navdewletî kir

Li bajarê Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Peter Mawrer serokê komîteya Xaca Sora navdewletî (ICRS) û şandeye pê re kir û di civînekê de rewşa demokrasiyê, mafê mirovî û rewşa girtîxaneyan nirxand.

Di civînê de serokê komîteya Xaca Sora navdewletî behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanên û komîteya Xaca sora navdewletî kir û got ku, her ji destpêka sedsala borî de ev têkeliye hene û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona çakirina şaşiyan û çareserkirina pirsgirêkan, hertim bi awayekî cidî pêşwazî li pêşniyarên komîteya wan kiriye. Wî hêvî kir ku, ew hevkarî û hevahengiya navbera wan û herêma Kurdistanê de heye berdewam be.

Şandeya Xaca Sora navdewletî amadeyîya komîterya xwe ji bona hevkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di warê dabînkirina xizmetgozariyên tendirustî bo zîndanên herêma Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî kar û xebatên komîteya Xaca Sora navdewletî li herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekîd li ser zêdetir hevkarî û hevahnegiya navbera her du aliyan de kir. Barzanî got ku, ji bona baştirkirina rewşa zîndanan û girtiyan û warên dî de pêngavên baş avêtine.

Serokê hikûmetê tekîd kir ku, aliyên peywendîdar yên hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona zêdetir çespandina pirensîpên demokrasiyê û mafê mirovî li herêma Kurdistanlê, pêwîstî bi şîretên rêxistina navdewletiya Xaca Sor hene.
Top