Îro roja ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd Mistefa Barzani ye
Roja 14ê Adarê roja ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzaniye.
Bi minasebeta roja ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara sala 1903an de, li seraserê Kurdistanê de çalakiyên cubicur hatin organîzekirin.
Di wan çalakiyan de Kurdistanî ji bilî pîroz kirina ev roja han û diyar kirina rêz û hurmet û wefadariya xwe bo Rêberê gelê Kurd hevdem bi mebesta girîngî dan bi roja han dest bi kempînek bo çandina daran li deverên curbicur yên Kurdistanê de kirin.
Ji aliyeke din ve jî Kurdistanî tîm bi tîm û heyet bi heyet serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kirin û rêz ji Rebêr xwe yê netewî Nemir Mele Mistefa Barzanî girtin û ji dayik bûna vî pîroz kirin.
