Serokwezîrê Kurdistanê biryara biwîlayetkirina Helebceyê îmza kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke bajarê Helebceyê ku, ji qaymqamê Helebce Goran Edhem, serokê şaredariya Helebce û nûnerên aliyên siyasî û mamostayên olî pêk hat bû kir û di civînê de got:
- Helebce bûye semobola mezlumiyeta gelê Kurdistanê, biwîlayetkirina Helebceyê ne lutif û ne minete û ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê giringe ev biryar cîbicî bibe. Hikûmeta herêma Kurdistanê ev pirs, pirsa biwîlayetkirina Helebceyê, hevahengî digel hikûmeta federala Îraqê tê cîbicî dike daku, Helebce jî weke wîlayetên din yên Îraqê di hemû waran de maf û îmtiyazat hebin.
Ji aliyê xwe ve nûnerên Helebceyê bi germî pêşwazî li helwestê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir û got ku, ev biryara biwîlayetkirina Helebceyê baştirîn mizgînîye bo xelkê wê deverê bi minasibeta 26saliya kîmiyabarana Helebceyê de.
Di preskonferensê de serokê hikûmeta herêmas Kurdistanê bi germî pîrozbahî li xelkê Helebceyê kir û got ku, ji bona biwîlayetkirina Helebceyê biryara parlamentoya Kurdistanê heye:
- Me bi başî zanî pirsa biwîlayetkirina Helebceyê bo civata wezîrên hikûmeta Îraqê binêrîn daku, ew jî biryarê li ser wê pirsê bidin û mesele bibe pirojeyekî yasayî, çunkî ev mesele destkarîkirina nexşeya Îraqê bi awayekî giştî û me xwest Helebce bi awayekî fermî bikeve nav nexşeya Îraqê de û tedbîr û mafên xwe yên qanûnî di hemû waran de werbigire.
- Civata wezîrên hikûmeta Îraqê jî bi tevaya dengan biryar li ser biwîlayetkrina Helebceyê da û ev yek jî cîyê dilxweşiya me bû. Li wir, li Bexdayê li nav perlamentoya Îraqê dîtinek qanûnî peyda bû ku, pêwîst nake parlamentoya Îraqê biryarê li ser vê pirsê bide, çunkî ev meseleye di çarçoveya deselatên rehayên hikûmeta federalî de nîne û herêma Kurdistanê bixwe dikare vê biryarê bide.
Serokê hikûmetê got ku, ew dê her îro wê biryarê ji serokatiya herêma Kurdistanê re binêrin û serokê herêma Kurdistanê bi awayekî fermî dê fermana herêmî bo biwîlayetkirina Helebceyê bide.
Buddceya Helebceyê tê dabîn kirin
Di bersiva pirsekê de li dor budceya wîlayeta nû û ka gelê dê hilbijartinên civata wîlayeta Helbceyê jî bên encam dan, Nêçîrvan Barzanî got:
- Weke hemû wîlayetên din dê ji bo Helebceyê jî budce bê dabîn kirin. Lê jiber nebûna wexta pêwîst û ji ber hindek hokarên teknîkî hilbijartinên civata wîlayetê (30-04-2014) li Helebceyê nayên encam dan. Komisyona balaya serbixweya hilbijartinan nikare di vê dema kurt de hemû amadekariyan bo hilbijartinên civata Helebceyê bike. Serokatiya civata wezîran dê ji bona tedbîrên îdarî û amadekariyên din komîteyekê pêk bîne.
