• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Brîtanya kir

Gulan Media March 13, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Brîtanya kir
Berî nîvroya îro pênçşem 13.03.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Edward Oakden Birêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya û şanda li gel kir ku ji Balyozê Brîtanya li Iraq û Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr pêkhatibû.

Di destpêka hevdîtinê de Birêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya ji bo pêşwazî û rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û di destpêka axaftina xwe de sersamiya xwe bi pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê derbirî. Her wiha balkişand li ser pêvajoya nebaş a emnî û siyasiya Iraqê kir û ragihand ku Brîtanya bi pêwîstî dizanê hemû aliyên Iraqiyan li birêvebirina welat de beşdar bibin û nabê tu aliyek bê piştguh xirstin. Eve jî bi fakterê serekiyê aramiya Iraqê da zanîn. Her wiha gumana xwe jî li zêdebûna êrîş û tehdîdên terorîstên li Iraq û navçeyê derbirî û ragihand ku pêwîste hemû aliyek hevkar bin ji bo rûbirûbûna tehdîdên teror û wan tehdîdên ber bi rûyê navçeyê tên.

Birêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya li beşekî dinê axaftina xwe de balkişand li ser rola ber bi çavê Herêma Kurdistanê ya li hewandina penaberên Sûriye û koçberên navxweya Iraqê û spasiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û di derbarê pêvajoya emnî û qeyrana siyasiya Iraqê û her wiha kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku binpêkirina destûr çavkaniya serekiya kêşeyên Iraqe, encama wê jî ewe bûye ku Iraq li wateya dewletbûnê dûr bikevê û xizmetguzarî û asayîş û jiyana damezraweyî ji bo welat neyê dabîn kirin. Her wiha Serok Barzanî ragihand Iraqa nû li ser bingeha şeraket hatiye damezrandin ku Bexda destûrê piştguh dixe û wekî şerîk temaşa Herêma Kurdistanê nake, lê belê gelê Kurdistanê qurbaniyekî zêde bi navê azadiyê da bexşiye û rê nade carekî din wekî paşko û pêvek muamele li gel da bê kirin.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Top