Salih Muslim: Bila Ewropa rêveberiya xweser a Rojava pesend bike
Li gorî ANHAyê, li Parlamenta Swêdê, Partiya Keskan a Hawirdorê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê panelek organîze kirin. Di panelê de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed û Hevserokê Partiya Keskan a Kurdistanê Dr. Mîrza weke axaftvan beşdar bûn.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi bîranîna welatiyên di êrîşa bombeyî ya 11'ê Adarê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û got, "Gelê Kurd ji bo parastina rûmet û axa xwe, ji bo qezençkirina azaiya xwe ne 8 kes amade ye 8 hezar kesî şehîd bide."
Salih Muslim behsa serhildana 2004an a bajarê Qamişlo kir û da xuyakirin ku gelê Kurd ê di 12'ê Adara 2004'an de rabû ser piyan ji siyasetmedarên Kurd re gotiye, "Hûn nikarin wezîfeya rêbertiyê bikin. Emê vê bikin", ji rejîma Esad re gotiye "Emê li dijî zextên we rabin ser piyan. Hêza me ya pêkanîna vê heye", ji gelên Rojhilata Navîn re jî gotiye, "Ji hêza xwe bawerin û piştrast bin."
Hevserokê PYDê ragihand ku li hemberî êrîşên rejîma Beisê yên li hemberî Kurdên li Qamişloyê, gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan daye û di 13'ê Adarê de li Dêrik, Kobanê û Efrînê gel rabûye ser piyan.
Muslim da zanîn ku bingeha sîstema ku îro li Rojava hatiye avakirin, di dema berxwedana beriya 10 salan hatiye danîn û destnîşan kir ku pêwistiyeke demokrasiyê ye ku hurmet ji vîna gel re were nîşandan û daxwazên gel bicih werin anîn.
Salih Muslim her wiha da xuyakirin ku PYD'ê ji bo rêxistinbûyînê bang li gel kiriye, Meclîsa Gel ava kiriye, gel bi xwe daxwazên xwe diyar kiriye, peymana civakî mor kiriye û li kantonan xweseriya demokratîk hatiye ragihandin.
Rudaw
