• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîr daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê kir zêdetir xwe nêzîkî pirsa penaberan bikin

Gulan Media March 13, 2014 Nûçe
Serokwezîr daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê kir zêdetir xwe nêzîkî pirsa penaberan bikin
Li bajarê Hewlêrê, duhî roja çarşemiyê 12ê adarê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Kirîstalîna Corcîyêva berpirsa komsyona balaya Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên hevkariyên navdewletîyên mirovî û dihewarçûna kirîzan û Yana Habaşkova sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê kir.

Di civînekê de şandeya mêvan behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew dixwaz in ji nêzîk haydarî rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistan û Îraqê bibin. Şandeya navborî rola hikûmeta herêma Kurdistanê di alîkarî û hevkarîkirina penbaeran de bilind nirxand û got ku, ew hevkarî û xizmetên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kirîn, miqayîse digel welatên din yên herêmî, di astek gelek bilind de ye.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên hevkariyên navdewltiyên mirovî behsa wan alîkariyên navdewletî kir yên ku ji bo penaberan hatîne berdest kirin û got ku, ew dê wan alîkariyan li ser penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dabeş bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de serdana şandeya Yekêtiya Ewropayê bo herêma Kurdistanê bilind nirxand û daxwaz ji şandeya mêvan kir ku, di warê çewaniya alîkarîkirina penaberan de digel aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê, hevahengiyê digel hev bikin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî li gor îmkanên xwe dê li ser alîkarîkirina penaberan berdewam be.

Serokwezîr daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê kir ku, zêdetir xwe nêzîkî pirsa rewşa penaberan bikin û raserast, yan bi rêya UNHCR hevkariya penaberan bikin.
Top