Kongreya têkoşîna dijî terorê li Bexdadê destpê kir
Di merasima destpê kirinê de Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku şerê heyî yê li Sûriyayê bûye sedema berbelav bûna terorê li deverê de.
Malikî herwiha daxwaz ji raya giştî ya civaka navnetewî kir daku steratijiyeke hevbeş ji bo têkoşîna dijî terorê amade bike û tevahiya welatên cîhanê li gorî ew steratijiya han tev bigerin.
Malikî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku niha li Îraqê de jî teror û terorîst gelek çalakin û ev bûyerên ku li Îraqê de di qewmin ne şerê şîî û suneyan e belku çalakiyên terorîstîne.
