• Friday, 13 February 2026
logo

Kongreya têkoşîna dijî terorê li Bexdadê destpê kir

Gulan Media March 13, 2014 Nûçe
Kongreya têkoşîna dijî terorê li Bexdadê destpê kir
Duh li Bexdadê bi beşdariya hijmareke Serokwezîr û nunerên 40 welatên cîhanê kongreya navnetewî ya têkoşîna dijî terorê destpê kir.

Di merasima destpê kirinê de Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku şerê heyî yê li Sûriyayê bûye sedema berbelav bûna terorê li deverê de.

Malikî herwiha daxwaz ji raya giştî ya civaka navnetewî kir daku steratijiyeke hevbeş ji bo têkoşîna dijî terorê amade bike û tevahiya welatên cîhanê li gorî ew steratijiya han tev bigerin.

Malikî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku niha li Îraqê de jî teror û terorîst gelek çalakin û ev bûyerên ku li Îraqê de di qewmin ne şerê şîî û suneyan e belku çalakiyên terorîstîne.

Top