Bulent Arinc êrîşên ser HDPê şermezar kir
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje êrîşên ser HDPê binpê kirina destûra bingehîn ya Tirkiyeyê ye.
Duh Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulnet Arnic derbarê êrîşên ku li dijî partiya demokrataîka gelan tên kirin ragehand ku ev êrîşên han bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Bulent Arinc herwiha diyar kir ku ev êrîşên han dibin sedema ji nav birina yekîtî û biratiya gelan li Tirkiyeyê lewre em bi tundî ew êrîşên han şermezar dikin.
Arinc got: Êrîşên han bi wateya binpê kirina destûra bingehîn ya Tirkiyeyê ne, jiber ku li Tirkiyeya nû de mafê her kesekî heye li seraserê welat beşdariya prosesa siyasî bike, ev kesên ku êrîşên han pêk tînin tawanan dikin û vê li hember kiriyarên xwe hesab ji wan were xwestin.
