Elî Bedirxan: Yek milyon Kurd li Misrê dijîn
Bas: Tu ji malbata Bedirxaniyên Botanê yî, hûn kengî çûne Misrê?
Elî Bedirxan: Belê, di serdema Selahedînê Eyûbî de Kurd çûne Misrê, Misir bi giştî ji bo hemû gelên cîhanê armanc bûye.
Bas: Hejmara Kurdan li Misrê çiqase?
Elî Bedirxan: Zêdeyî yek mîlyon Kurd li Misrê dijîn, lê piraniya wan nizanin ku Kurd in, herwiha çendîn malbatên Kurd ên weke Bedirxanî, Neqişbendî û Cundî li wî welatî hene. Beşek ji wan malbatan nizanin ku Kurd in û çendîn gund hene hemû şêniyên wan Kurd in û dîroka hatina wan a bo Misrê vedigere serdema Selahedîn û Mihemed Elî Paşa.
Bas: Sedema girîngî nedana Kurdên Misrê bi ziman û kultura xwe çiye?
Elî Bedirxan: Desthilata siyasî li Misrê hertim behsa netewîbûna Ereban kiriye û li ser Ereb kirina gelên ku li Misrê dijîn kar kiriye, wek Kurd, Nobiyan û neteweyên din. Ligel hebûna çendîn neteweyan li Misrê, hikûmeta Misrê hertim behsa Erebî bûna Misrê û şêniyên wî welatî kiriye, ji ber wê jî hewlên ji bo asîmîlasyona pêkhateyên Misrê hebû, herwiha mijûliya Kurdan bi jiyana şexsî û rojane ji aliyê Kurdan ve jî sedemeke din e.
Bas: Tu hewildan ji bo damezrandina komele yan navendên Kurdî li Misrê hebûn gelo?
Elî Bedirxan: Ya rast tu hewlên wiha û cidî nebûne, sedema vê yekê jî hêzên ewlekariyê ne ku rêgirên serekîne û xelk bi metirsiya tawanbar kirina bi bîr û bawerên cuda nevêrin ji bo damezrandina navendên Kurdî bixebitin. Gelek caran ji min dipirsin tu Kurdî yan Misrî yî? Yan gelek caran Kurdan bi peywendiya bi İsraîlê re tawanbar dikin.
Bas: We navenda Bedirxan kengî damezrand?
Elî Bedirxan: Di destpêka sala 1990’ê de min navendek vekir ku di rastiyê de mala bavê min bû, niha ez li qata jorîn de ligel malbata xwe dijîm û qata jêr jî navend e. Destpêkê navendeke rewşenbîriya ciwanan bû, lê piştre min ji bo pêgehandin û perwerdeya kadroyên di warê hunerî û sînemayê de beşek jê kir peymangeh. Di beşeke din de ji bo kesên ku dixwazin pirtûkan bikirin pêşangeha pirtûkan heye. Hejmara xwendekarên me di her dewreyekê de 10-12 kes in.
Bas: Kîjan lîstikvanên Misrî Kurd in?
Elî Bedirxan: Kesên weke Selah Seidenî, Mehmûd Milêcî, Suad Husnî, Adil Edhem, Necîb Reyhanî û gelek kesên din.
Bas: Kesayetiyên din kî ne?
Elî Bdirxan: Mihemed Elî Paşa û hemû neviyên ku heta sala 1952’ê hikumdariya Misrê kirine, Mihemed Ebdu, Ebas Mehmûd Eqad, Ehmed Şewqî û Mehmûd Teymûr û Nefertîtî.
Bas: Zimanê Kurdî li bîra te maye?
Elî Bedirxan: Ya rast bapîrê min bi Kurdî dizanî, dema mir bavê min zarok bû û dapîra min jî Kurdî nedizanî, ji ber vê jî ne bavê min ne jî min Kurdî nedizanî.
Bas: Te çend caran serdana Kurdistanê kiriye?
Elî Bedirxan: Heft caran çûme Kurdistanê ku cara yekem 2004’ê bû.
Bas: Li derveyî Misrê peywendiyên te bi endamên malbata Bedirxaniyan re hene?
Elî Bedirxan: Nexêr, ligel ku min li tora înternetê de rûpelek bi navê malbata Bedirxaniyan çêkiriye, lê heta niha tu peywendiyek di navbera me de çênebûye.
Bas: Hevjîna te Kurd e yan Misrî ye?
Elî Bedirxan: Hevjîna min a yekem Suad Husnî bû ku bi eslê xwe Kurd û xelkê Qamişloyê bû, lê hevjîna min ya duyem Misrî ye.
Bas: Naxwazî li Kurdistanê karê hunerî bikî?
Elî Bedirxan: Me dixwest fîlmekî li ser jiyana Mela Mistefa Barzanî çêbikin û ez derhênerê film bûm, lê çar sale fîlm sekiniye û ez sedemê nizanim. Ez çend caran bo vê mebestê çûme Kurdistanê, lê heta niha ev fikir nehatiye cîbicîh kirin. Herwiha min projeya avakirina peymangeha sînemaya Kurdistanê pêşkêşî hikûmetê kir, lê nizanim ev yek jî çima nehat cîbicîh kirin û tu biryar nehatin wergirtin.
Bas: Raya te derbarê rewşa siyasî ya Misrê de çiye?
Elî Bedirxan: Li navçeyên Erebî baweriya min bi demokrasiyê nîne, ji ber ku tiştên li Ewropayê diqewimin berhema dehan salan a ceribandin û proseya demokrasiyê ye, lê li ba me ev kultur nîne û proseya demokrasiyê li ba me hatiye têkdan, ji ber ku li ser bingeha tayifegerî, navçegerî û eşîret û malbatê ye. Li Misrê çendîn pirsgirêkên serekî hene, divê ji destpêkê pirsgirêk bên çareser kirin piştre hizra peyrewkirina demokrasiyê bikin.
Bas: Bi baweriya te nehiştina Mursî darbe bû yan şoreş?
Elî Bedirxan: Tiştê qewimî darbe bû û tu kes nikare bêje ne darbe bû, ez piştgîriya Exwanul Muslimin nakim, lê ew bi rêya demokrasiyê hatin ser desthilatê, raste xeletiyên mezin kirin lê rê nedan wan karê xwe temam bikin, dîroka Misrê îspat kiriye ku hukmê eskerî qet nikariye wî welatî pêş bixe û ezmûna me ligel hêza leşkerî heye. Herwiha hukmê Sîsî temamkerê hukmê Mubarek e.
Basnews
